Nêzî 5 salin koçberên efrînê dûrî cihê û warê xwe ne , ew koçber di kamp û malên nîvwêrankirî de li kantona şehbayê li ber xwe didin . Bi ser de jî dorpêça hikumeta şamê ya li ser kantona şehbayê û girtina rêya di navbera Şehba û bajarê Helebê azarên wan zêdetir kiriye .
Dayikên ji efrînê behsa zehmetiyên koçberiya xwe dikin û berdewam piştrast dikin ku ew ê ji bo vegera li efrînê heta dawiyê li ber xwe bidin .
