Bi hezaran Şêniyên Kobanê bi xwepêşandaneke girseyî Tundiya li ser jinan û Êrîşên dewleta tirk şermezar kirin .
Xwepêşandan bi diruşma “li djî her cureyên tundiya Dewlet û hişmendiya zilam, jin jiyan azadî” ji Qada Şehîd Egîd dest pê kir û li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê .
Xwepêşandêran Tundiya li ser jinan û êrîşên Dewleta Tirk ên bi balafirên şer li dijî herêmên bakur û rojihlatê sûriyê şermezar kirin .
Û bang li tevahî gelê herêmê kirin ku li hember êrîşên dagirkeriyê dakevin qadan .
