LI REQAYÊ JI BO ZAROKÊN DIBISTANA GERESTÊRKA ZAROKAN ŞAHIYEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Malbatên Şehîd, birîndar û windayiyên şer ya Rêveberiya Xweser bi boneya salveegra 2’emîn ya avakirina dibistana Gerestêrka zarokan, şahiyek li dar xist.

Dibistana Gerestêrka zarokan, dibistaneke taybet bi perwerdekirina zarokên şehîdan e.

Nûnerên saziyên rêveberiya Xweser, civaka sivîl û malbatên şehîdan beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û tekezî li ser şopandina rêya şehîdan hate kirin.

Her wiha stran û berhemên hunerî jî hatin pêşkêşkirin.

Share This Article