Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo, di bin diruşmeya “Jinên ciwan fedayî rêber apo ne” li bajarê Qamişlo meşeke girseyî li dar xist.
Meş bi beşdariya tevgerên jinan, endamên Rêveberiya Xweser û Kongra Star ên kantona Cizîrê, pêk hat.
Meş ji çarxereya qermûtî destpêkir û heta Qada 12’ê Adarê bi rê ket, di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana jinan hatin berzkirin.
Piştre Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de tecrîda li dijî Rêber Apo bi tundî şermezar kirin û tekezî li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo hat kirin..
Meş bi siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.
