ÇÊKIRINA DERIYÊ ROJHILATÊ KANTONA REQAYÊ BERDEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şaredariya Gel a kantona Reqayê, di çarçoveya bedewkirina rûyê bajêr, pirojeya çêkirina deriyê rojhilatê kantonê, berdewam dike.

Di pirojeyê de rê tên firehkirin û rastkirin, dar tên çandin û stûnên ronîkirinê jî tên danîn.

Şaredariya Gel a kantona Reqayê diyar kir ku wan piraniya karê xwe qedandiye û di demeke nêz de wê piroje bi giştî bidawî bibe.

Piştî rizgarkirina Reqayê di sala 2017’an de, Şaredariya Gel karîbû gelek projeyên xizmetguzariyê temam bike, di nav wan de Pira Nû û xemilandina şûnwarê Deriyê Bexdad ya dîrokî.

Share This Article