Welatiyên bajarê kobanê ji bo amadekariyên cejna Remezanê bi coş berê xwe didin bazarên bajêr û li gorî derfetên xwe amadekariyên xwe dikin.
Firoşkarên li bazarên bajêr gotin, tevî êrîşên berdewam ên dagirkeriyê jî lê ew pêşwaziya cejinê dikin û xwedî li rêûresmên xwe derdikevin.
Bi nêzhatina cejna remezanê re, Li seranserî cîhanê bi taybet herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê misilm dadikevin bazaran û amadekariyên xwe ji bo cejnê dikin.
Welatiyên bajarê kobanê jî ji bo amadekariyên cejna Remezanê berê xwe didin bazarên bajêr û li gorî derfetên xwe yên jiyanî amadekariyên xwe dikin.
Yek ji van amadekariyan kirîna şêranî û çekan e.
Firoşkarên bazarên kobanê ji Rojava TV re behsa atmosfera hatina cejnê kir û got, bi daketina nirxê dolarê amerîkî re bûhayê berheman ji sedî 20 kêm bûye.
Her wiha firoşkaran anîn ziman ku tevî êrîşên berdewam ên li ser herêmê, welatî bi coşeke mezin pêşwaziya cejinê dikin û xwedî li rê û resmên xwe derdikevin.
Welatiyên bajarê Kobanê di dawiyê de hêvî kirin ku cejna remezanê bibe wesîleya pêkanîna aramî, aştî û ewlehiyê li herêmê.
