LI BAJARÊ HEMA YÊ SÛRIYÊ BI PILEYA 5,5 ERDHEJEK ÇÊBÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Hema yê Sûriyê, bi pileya 5,5 erdhejek çêbû. Li gelek kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî welatiyan hest bi erdhejê kirin.

Ev dîmenên ku hûn li ser ekranê dibînin, dîmenên bajarê Helebê ne. Ji ber tirsa hilweşandina malan, welatî derketine ji derve û bi awayî şeva xwe derbas kirine.

Di erdhejên wêranker ên 6’ê sibata 2023’yan de welatiyên Helebê bi taybetî her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zirareke mezin dîtin, lewre weke rêkareke xweparastinê duh ji malên xwe derketin.

Navenda Neteweyî ya Erdhejan ragihand ku duh saet di 11.56ˊan de bi pileya 5,5 erdhejek bi 28 kîlometre li rojhilatê navenda bajarê Hemayê çêbûye.

Li gorî navendê, piştî erdheja yekemîn 4 erdhejên biçûk jî hatine tomarkirin.

Rêveberê BeşaTenduristiyê yê Hemayê yê girêdayî hikumeta Şamê Mahir Yûnis aşkera kiriye ku di encama erdhejê de 25 kes bi sivikî birîndar bûn.

Share This Article