ÎLHAM EHMED: DIVÊ DYA’Ê HELWESTA XWE LI HEMBERÎ KOMKUJIYAN NÎŞAN BIDE

Rojava Tv
2 Min Read

 

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xeteriyek mezin li ser welat û herêmê çêkir.

Her wiha got Rêveberiya Xweser û hêzên wê bi vebijêrka diyalog û danûstandinê re ye.Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed anî ziman ku bûyerên li Sûriyeyê xeteriyek mezin li ser welat û herêmê çêdikin û wê destwerdanên derve zêde bibin û dibe ku careke din terorê derxin derveyî Sûriyeyê.

Îlham Ehmed di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku hikumeta demkî berpirsa mezin a nepêkanîna peymana 10ˊê Adarê ye.

Li ser êrişên li Helebê, Îlham Ehmed da zanîn ku ew êriş bi şerê ragihandinê ya li dijî van taxan re dest pê kir, çeteyên hikumeta demkî bi dirêjahiya çend mehên berê êrişî her du taxan dikirin, vê jî krîzek çêkir.

Di dewama axaftina xwe de Îlham Ehmed da zanîn ku “Wezareta Parastinê bi awayekî fermî operasyona leşkerî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihandibû. QSDˊê li gorî peymana 1ˊê Nîsanê ji her du taxan vekişiyabû, lê hikumetê propoganda dikir ku QSDˊê li her du taxan heye. Ji lew re bi 80 tankî dest bi êrişeke tund kir.”

Îlham Ehmed ragihand ku di êrişan de nêzî 48 kesan jiyana xwe ji dest da û 118 birîndar bûn û hîna çarenûsa bi dehan ne diyar e.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku çeteyên ku sûcên hovane li Helebê kirine ji DAIŞˊê, Îgor, komên Tirkiyeyê û çeteyên biyanî bûn. Van hemû çeteyan êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed got: “yek ji ji şertên rakirina cezayên Amerîkayê û biyanî li ser Sûriyeyê parastina pêkhateyan û dûrxistina biyaniyan bû, lê hikumetê heta niha berovajî wê kiriye, êrişî Elewiyan, Durzî, Xiristiyan kir, niha jî êrişî Kurdan dike.

Îlham Ehmed bang li hikumeta Amerîkayê kir ku helwesta xwe ji bo hikumeta demkî ya ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk tîne zelal bike.

Share This Article