Li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û şermezarkirina êrîş û komkujiyên di derheqê welatiyên herdu taxan de, çalakiyên cuda tên lidarxistin.
Welatiyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê bi heman armancê daketine nav qadan, berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kirin, êrîş û komkujî şermezar kirin.
Welatiyên Amûdê diyar kirin ku îro roja serhildanê ye, divê tevahî kurdên cîhanê rabin ser piyan.
Her wiha jinên bajarê Kobanê yê kantona Firatê jî, meşek li dar xistin.
Jinan anîn ziman ku li pêşiya çavên cîhanê kiryar di derheqê gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de pêk tên.
Çeteyên girêdayî hikumeta veguhêz ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin, 6 rojan bi sedê tang û topan û bi dehezaran kesên cîhadîst êrîşî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin, li pêş çavê cîhanê kiryar hatin kirin, lê her alî bêdeng ma û bertek nehatin nîşandan.
