Ji bo redkirina buhayê genim ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê ve hat destnîşankirin partiyên siyasî û cotkarên herêmê xwepêşandanek li bajarê Qamişlo lidarxistin.
bi sedan cotkar, xelkên bajarê Qamişlo û partiyên siyasî tev li xwepêşandanê bûn û nerazîbûn nîşanî destnîşankirina buhayê genim dan.
Di mîtîngê de cotkar û partiyên siyasî gotin ev kêmbûna nirxê genim bandorê li herêmê û aboriya wê dike.
Li Rojavayê kurdistanê piştî çend salan ji hişkbûnê îsal dilê cotkaran geş bû, lê hikûmeta demkî bi biryara kêmbûna nirxê genim hêviyên cotkaran şikenandin, bangewazî jî tê kirin ku nirxê buhayê genim were bilindkirin.
