Revenda Kurdî ya Li Almanyayê cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Di pîrozbahiyan de axaftin hatin kirin, her wiha hunermend derketin ser dikeyê û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahiyên cejna Newrozê li seranserî Kurdistan û cîhanê dewam dikin.
Revenda Kurdî ya li bajarê Rayn yê Almanyayê ji bo pîrozkirina cejna Newrozê şahiyek li dar xist.
Şahî bi sponseriya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û bi beşdariya zêdetirî hezar kurdên bajarê Rayn hate lidarxistin.
Di şahiyê de endamê nivîsgeha têkiliyên PYD’ê Şivan Xabûrî axivî û cejna Newrozê li tevahî gelên Arî pîroz kir.
Her wiha stran hatin gotin û beşdaran dîlan gerandin.
Ev der jî bajarê Munich yê Almanyayê ye, li vê derê jî cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de endamê desteya hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim peyamek şand û Newroz li beşdaran pîroz kir.
Piştre hunermend derketin ser dikeyê û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
