XELKÊN HESEKÊ BI ŞAHIYEKE GIRSEYÎ PIŞTGIRÎ DAN QSD’Ê

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan ji pêkhateyên bajarê Hesekê, bi armanca piştgiriya QSD’ê û qîmetdayîna hewlên wan ên pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmê, şahiyek li dar xistin.

Bi sedan ji pêkhateyên bajarê Hesekê bi hildana alên QSD’ê û diruşmên piştgiriyê tev li şahiya li Parka 4’ê Nîsanê bûn.

Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, fermandarê QSD’ê Hisên Selmo axivî û diyar kir ku QSD’ê moral û hêza xwe ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû etnîk û olên wê werdigire.

Her wiha got weke çawa me tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞˊê parastin, dê QSD’ê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê biparêze.

Şahî bi gotina stranan ji aliyê hunermend Sefqan Orkêş, Yara Ehmed, Sîpan Agirî û Keder Hisên û gerandina govendê ji aliyê beşdaran ve, bi dawî bû.

Share This Article