KURDISTANIYÊN LI NERWÊCÊ BI MEŞEKÊ PIŞTGIRIYA ROJAVA KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kurdistaniyên li Nerwêcê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û silavkirina berxwedana gel û şervanan, meşeke girseyî li dar xistin.

Meş li bajarê Oslo ya Nerwêcê bi beşdariya kurdên her çar parçeyên kurdistanê, partiyên kurdî, rewşenbîr û kesayetên serbixwe li dar ket.

Di meşê de gelek axaftin li ser navê perlementerên Nerwêcê û partiyên kurdî ve hatin kirin.

Axêveran êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser rojava bi taybet ên li dijî bendava tişrînê û pêkanîna komkujiyan şermezar kirin.

Her wiha axêveran piştgiriya xwe ji bo Rojava raghandin û tekez kirin ku bêyî beşdariya kurdan û misogerkirina nasnameya wan dê sûriyeke demokratîk û aştiyane ava nebe.

Piştî axaftinan de komek ji hunermendên kurd stranên xwe pêşkêşî berxwedana li Rojavayê kurdistanê kirin.

Share This Article