Koordînasyona jin a Rêveberiya Xweser ya kantona Minbicê civîna xwe ya nîvê sala 2024’an li dar xist.
Civîn bi beşdariya endam û hevserokên deste û rêveberiyên kantonê hate lidarxistin.
Di civînê de rewşa rêxistinî û geşedanên siyasî yên dawiyê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha karûxebatên ku di nava 6 mehan de hatine pêkanîn û astengiyên li pêşiya jinan hatin nîqaşkirin.
Di dawiyê de nexşerêya karûxebatê ya 6 mehên din jî hate danîn.
KOORDÎNASYONA JIN A MINBIC CIVÎNA XWE YA NÎVÊ SALÊ SAZ KIR
