Yekitiya Ragihandina Azad îro bi armanca parastina rojnamevanan bi civînek çapemeniyê ‘Yekîneya Şêwira Ewlekariyê û Parastina ji Metirsiyan’ ava kir.
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li navenda xwe ya Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di encama rewşên heyî de ku rojnamevan li Sûriyê pê re rû bi rû dibin, binpêkirinên li ser wan giran bûne, nemaze di dema dawîn de gelek rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.
YRA anî ziman ku wan bi hevkariya şêwirmendê ewlekarî yê Misirê Ehmed El Amîd pisporê birêvebirina metirsiyan, biryar da ku Yekîneyê damezirînin.
Di dawiya daxuyaniyê de navnîşanên têkiliyê yên yekîneyê û hejmara telefonê jî hatin dayîn da ku di rewşên awarte li wan bigerin.
