KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK Û HEVGIRTINA AL EL BEYT SERDANA DÊRAZORÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şandeyeke Kongra Islama Demokratîk û hevgirtina Al El Beyt, serdana Dêrazorê kir û bi rêveberiya kantonê, şêx û rûspiyên ‎eşîran û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê re civiya.‎
Serdan bi armanca piştgiriya xelkên dêrazorê li dijî êrîşên dawîn ên hikûmeta şamê û çakdarên dîfaa el ‎wetenî pêk hat.‎
Şandeyê diyar kir ku xelkê dêrazor, şêx û rûspiyên wê bi QSD’ê re wê li hember her êrişekê bisekinin û ‎nahêlin aramiya herêmê têkbiçe.‎
Di dawiya serdanê de şandeyê daxuyaniyek da û têde hate gotin, li hember her êrîşekê li dijî herêmê, ‎Kongreya Îslama Demokratîk bi xelkê xwe yê Dêrazorê re ye, her wiha sersaxî da malbatên şehîdan û ‎şîfa ji birîndaran re xwest.‎

Share This Article