KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK JI BO AVAKIRINA SÛRIYEKE PIRRENG PANELEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Kongreya Îslama Demokratîk ji bo avakirina Sûriyeke pirreng îro li bajarê Kobanê panelek li dar xist.

Panel bi sernavê “Nêrîna siyasî û olî ya Kongreya Îslama Demokratîk derbarê siberoja Sûriyeyê de” hat li dar xistin.

Bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê beşdarî panelê bûn.

Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin û hate gotin divê Sûriyeke demokratîk bi beşdariya hemû gelên wê were avakirin.

Panel bi gerandina nîqaşan bi dawî bû.

Share This Article