KONGRA STAR: TÊKOŞÎNA JINÊN EFGAN LI DIJÎ TARÎTIYA TALÎBANÊ MÎNAKA BERXWEDANÊ YE

Rojava Tv
2 Min Read

Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo têkoşîna 5 salan a jinên Efganî ya li dijî zextên Talîbanê ragihand, banga gavavêtineke pratîkî li saziyên navneteweyî kir û got ku binpêkirina mafên jinan sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekî çapemeniyê piştgiriya xwe ji bo berxwedan û têkoşîna 5 salan a jinên Efganî li hemberî zext û polîtîkayên tarî yên desthilatdariya Talîbanê ragihand. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star a Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna nûnerên tevger û rêxistinên jin hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji roja ewil a hatina Talîbanê ve, jinên Efganî bûn armanc û xetereyên mezin ewlehî û hebûna wan tehdît dikin. Mafên wan ên bingehîn ên ku bi peymanên navneteweyî hatine parastin hatine binpêkirin: “Perwerde û zanîngeh ji keçan re hatine girtin û xewnên nifşan hatine jêbirin. Mafê xebatê ji wan hatiye standin, ji jiyana aborî û giştî hatine dûrxistin û şiyana wan a xwedîderketina li xwe û malbatên wan hatiye sînorkirin.”

Daxuyaniyê destnîşan kir ku sînorkirinên li ser azadî, êrîş û hewldanên ji holê rakirina nasnameya jin ne tenê pirsgirêkeke herêmî ne, sûcekî eşkere li dijî mirovahiyê û rûmeta mirovan e.

Di daxuyaniyê de Kongra Star hevgirtina xwe ya bi jinên Efgan re da diyar kirin û wiha domand: “Em dengê xwe bi dengê jinên azad ên Efganistanê re di daxwazên wan ên rewa de dikin yek. Ji bo perwerde, kar û jiyaneke bi rûmet û ewleh. Hemû cûreyên zilm û êrîşên rojane yên li dijî jin û keçên Efganî bi tundî şermezar dikin. Bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li ser rayedarên Talîbanê çêbikin ku van binpêkirinan bidin sekinandin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî têkoşîna jinan li Efganistanê’, ‘Bijî têkoşîna jinan li çaraliyê cîhanê’,‘Bijî îradeya jinên azad’ bi dawî bû.

Share This Article