di sala 2022an de Piştî Jîna Emînî bi destê desthilata rejîma Îranê hate qetilkirin, êdî jinên Rojhilatî bêdeng neman û li dijî destdirêjiya rejîma îranê daketin qadan û heta roja îro li berxweda didin.
jinên xwe beşdarî serhildana jin, jiyan, azadî dibin tên girtin îşkencekirin, qetilkirin û cezayê darvekirinê li wan tê birîn.
Herî dawî rejîma îranê cezayê darvekirinê li çalakvanên jin Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî birî.
li hember vê yekê hejmareke ji rêxistinên cîhanê û yên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî dan vê berxwedanê û kampaniya na ji darvekirinê re ragihandin.
Endama koordîseyona Kongra Star Xalîda Botî jî piştgiriya xwe bi kampaniyê re eşkere kir û got,em li dijî sûcên li djî jinan e.
Xalîda Botî da zanîn ku ji xwe aşkere û li ber çavan e ku çawa jinên pêşeng li hemberî desthilata Rejîma Îranê li berxwe dide û divê tevahî jin piştgiriyê bidin vê berxwedanê.
Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li beramberî ne heqî û qetlkirinê berz kirin ,lro li cîhanê dengvedaye û bûye mînaka daxwaza azadiya jinan.
