Bi armanca hînkirina jinan li ser tedawiya di rewşên awarte de, Komîteya Tendirustî ya Kongra Star a kantona Fıratê, dewreyeke perwerdeyê ji jinên navçeya Şêranê re vekir.
Di dewreya perwerdeyê de 21 jinên navçeyê û gundên derdora wê beşdar in û dê li ser 20 rojan waneyên xwe bistînin.
Di perwerdeyê de, waneyên wek: Alîkariyên Destpêkê, lêdana derziyan û dermankirina nexweşên şikestin û şewatan tên dayîn.
Li gor Komîteya Tendirustî ya Kongra Star a kantona Fıratê, wê perwerdeyên bi vî rengî, li hemû navçe û gundên bajarê Kobanê werin lidarxistin.
