KONGRA STAR CEZAYÊ DARVEKIRINÊ YÊ LI DIJÎ PEXŞAN EZÎZÎ ŞEREMZAR DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Endama Komîteya Têkiliyên Diblomasî ya Kongra Star Rîhan Temo Cezayê darvekirinê yê li dijî rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî şermezar kir.
her wiha destnîşan kir ku zîhniyeta baviksalarî a desthilatdar dixwaze vîna jinan têk bibe

Der barê parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, cezayê darvekirinê hate dayîn.

Îranê bi hinceta endamtiya Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê cezayê darvekirinê li çalakvana Kurd birî.

niha jî hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi parêzer û malbata wê re hatiye qedexekirin.

Ev ceza rastî bertekên tund ji aliyê jinên Herêmê ve tê.

Endama Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Kongra Star Rîhan Temo got: Cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan li dijî mafê jiyanê ye .

Her wiha Rîhan Temo destnîşan kir ku zihnîyeta baviksalarî a desthilatdar dixwaze vîna jinan têk bibe û mafên wê yên rewa binpê dike.

Di dawiyê de Endama Komîteya Têkiliyên Diblomasî ya Kongra Star Rîhan Temo banga rawestandina tundiya li dijî jinan kir.

Share This Article