KONFERANSA YEKHELWESTA PÊKHATEYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi beşdariya 500 delegeyên ji tevahî pêkhateyan “Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” li bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Konferans rastî eleqeyeke mezin a pêkhateyên herêmê hat û pêkhateyan careke din di konferansê de tekez kirin ku baweriya wan bi yekîtiya sûriyê ku di navde tevahî pêkhate bêyî dûrxistina tu alî cih bigrin tê.

Ev jî berovajî gotegotên ku ji aliyê hin kesên ku li dijî konferansê gotinên nefretê dikin e û hewil didin fitneyê di nava pêkhateyan de derxin.

Kenan berekat endamê dadgeha hevpeymana civakî diyar kir ku di konferansê tekezî bi yekîtiya pêkhateyên herêmê hate kirin.

Şaha xelîl endama kongra star da zanîn ku ji bo rêgiriya li ber komkujî û şerê tayifî pêwîstî bi yekîtiya pêkhateyan li sûriyê heye.

Konferansa yekhelwesta pêkhateyan bi encamnameyekê bidawî bû û di encamnameyê de pêkhateyan tekezî li ser jiyana hevbeş û yekîtiya pêkhateyan hate kirin, her wiha daxwaz hate kirin ku ji bo çareseriyê pêwîstî bi destûreke demokratîk ku mafê tevahî pêkhateyan biparêze heye.

Share This Article