WELATIYÊN QAMIŞLO PIŞTGIRIYÊ DIDIN BERXWEDANA ŞERVANÊN QSD’Ê Û YPJ’Ê

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên bajarê Qamişlo gotin, QSD’ê hebûna gelan diparêze, lewre heta dawiyê ew û piştevaniyê bidin QSD’ê.

Her wiha welatiyên bajarê Qamişlo bang li hemû pêkhateyên herêmê kirin ku li dora QSD’ê bibin yek û destkeftiyên xwe biparêzin.

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî dimeşînin.

Ji bo silavkirina berxwedana şervanan welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane dadikevin qadan û piştrastiyê li ser piştevaniyê QSD’ê dikin.

Têkildarî mijarê welatiyên bajarê Qamişlo gotin, QSD’ê hebûna gelan diparêze, lewre heta dawiyê ew ê piştevaniyê bidin QSD’ê.

Her wiha welatiyên bajarê Qamişlo bang li hemû pêkhateyên herêmê kirin ku li dora QSD’ê bibin yek û destkeftiyên xwe biparêzin.

Zêdetirî 20 rojan e ji bo ku şervanên azadiyê rê li pêşiya derbasbûna dagirkeriyê ya li nav Kobanê bigrin, li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê şerê hebûn û tunebûnê bi rê ve dibin.

Share This Article