KONFERANSA SÎNEMAYA ROJAVA DI ROJA DUYEM DE DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Konferansa Sînemaya Rojava li Xwaringeha El Burc a li bajarê Qamişlo di roja duyem de dewam dike.

Di roja yekem a konferansê de çend mijarên sereke, bi taybetî pênasekirina sînemaya kurdî û nasnameya wê, têkiliya di navbera sînemayê û civakê de, hatin gotûbêjkirin.

Rûniştinên roja duyemîn mafên qanûnî yên çêkerên fîlman û mekanîzmayên avakirina têkiliyên hevkariyê di navbera saziyên cuda de ji bo xizmeta pêşkeftina sektora sînemayê, hatin gotûbêj kirin.

Sibe dê roja dawî ya konferansê be ku dê pêşniyar werin pejirandin û komîteyek were damezirandin da ku van pêşniyaran bişopîne.

Share This Article