Konferansa Kongra Star ku li Qamişlo hat li darxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encmnameyê de hate gotin ” “Em biryardariya xwe ya ji bo seferberkirina hemû rêbazên siyasî, dîplomatîk û yasayî û aktîvkirina hemû amûrên zextê yên stratejîk li ser asta neteweyî û navdewletî piştrast dikin da ku ev nêrîn di destûra bingehîn a Sûriyeyê de cih bigire.”
Kongra Star bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” li Hola Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo konferansek li dar xist.
Li gor nirxandin û pêşniyarên stratejîk, konfransê ev derencam û amojkariyên li jêr saz kirine:
– Destkeftiyên “şoreşa jinê” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê weke mafên sereke di destûrê de bên pejirandin û bicihkirin.
– Wekheviya tam a ji sedî 50 ji bo karkirina hemû birêveberiyên di saziyên dewletên yên serwer, parlemanî û daweriyê de weke hîmekî bingehîn û standarteke zagonî ya tekane bê pejirandin.
– Sazkirina destûrî ya sîstema “nenavendîbûna demokratîk” weke çarçoveyeke siyasî û yasayî ji bo entegrekirina saziyên rêveberiya xweser di nav avahiya dewleta Sûriyeyê de be.
– Hêzên (YPJ) weke kevirê bingehîn di nava rêxistina berevaniya nîştimanî ya Sûriyeyê de bê pejirandin û serxwebûna wê ya rêxistinî û birêvebertiyê weke hêzek ku civakê diparêze were misoger kirin.
– Zagonên demokratîk ku fermiyeta xwe bi hemû rêxistin, tevgerên jinan û partiyên siyasî yên ku li herêmên Rêveberiya Xweser nûnertiya vîna gel dikin bên sazkirin.
– Yasayên giran ku axaftinên nefretê, nehezkirinên li dijî jinan weke sûc û tawan bên dîtin, bên sazkirin.
– Desteyeke parastina mafên jinan bê avakirin ku bi destûr ve bê piştgirikirin û ji mafên wê be ku her zagon an jî yasaya ku li dij rêgezên wekheviyê ye, nepejirîne.
– Danpêdana fermî û giştî bi minhacên perwerdehî, rêxistin û saziyên tenduristî û yên rajeyê dikin yên rêveberiya xweser bê dayîn û pejirandin.
– Yasayeke sîvîl û yekgirtî yên rewşên kesayetî ku ji “zagona jinê” ya ku di Rêveberiya Xweser de pêkhatî ye, bê siruşgitin ku hemû zagonên cewaziyê ji holê radike û parastina jinê ji hemû cureyên tundiyê misoger dike.
– Azadiya veguhestin û çûn û hatinê, niştecihî û karê di qadên jin, sivîl û siyasî yên hemû jin û çalakvanan li tevahiya parêzgehên Sûriyeyê de bêyî dersînorkirina birêveberî û ewlehî, bên misogerkirin.
– Hemû girtî, kesên ku bi zorî hatine revandin, kesên ku ji ber çalakiyên wan ên siyasî û sivîl hatine revandin, bê şert û merc serbest bên berdan.
– Dadweriya veguhêz ku li hember zayenda civakî hestiyar be, bê avakirin ku sizakirina kesên ku binpêkirin kirine têxe destpêka armancên xwe.
– Pabendiya niştimanî û navdewletî bi vegera xwebexş û biewle ya penaberan ji cih û warê xwe, bê kirin.
– Toreke jinan a ku hemû ideolojî û mezheban derbas dike bê avakirin da ku nûnertiya vîna jina sûrî di hemû dezgehên biryardana navdewletî de ku bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye, bisepîne.
– Amadekirina destûrekê ku parastina yasayî û ewlehî ji bo parêzvanên mafên mirovan ên jin û çalakvanên siyasî peyda bike.
– Beşdarbûna çalak û hevbeş a jinan di hemû komîteyên nivîsîna destûrê de bê tekezkirin da ku xalên destûrî ku mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî digire ser milê xwe misoger be.
– Serxwebûna çavkaniyên aborî yên ku ji bo projeyên jinan di nav budceya giştî ya dewletê de têne veqetandin bên sepandin.
