Konferansa Desteya Tenduristiyê ya ji bo nîqaşkirina bandorên tecrîdê yên li ser tenduristiya Rêber APO bi rê ve diçe.
Konferans di bin dirûşmeya “Tecrîd xetereya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafên herî bingehîn ê jiyanê ye” li bajarê Hesekê bi rê ve diçe.
Zêdetirî 500 bijîşk, endamên sendîkayên tenduristiyê, Heyva Sor a Kurd, xwendekarên Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Rojava û hiqûqnas tev li konferansê bûne.
Di konferansê de axaftin li ser navên Desteya Tenduristiyê, Rêveberiya Xweser, Însiyatîva Sûriyê ya azadiya Rêber APO, Dem Partî û yekîtiya parêzeran ve hate kirin.
Axêveran gotin, tecrîda li Îmraliyê binpêkirina mafên mirovan e û divê demildest were bidawîkirin.
Konfernasa desteya tenduristiyê ya derbarê rewşa Rêber APO de bi nîqaşên giring dewam dike.
