LI KOBANÊ BI SEDAN KES LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DAKETIN QADAN 

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê, li kobanê û eyn îsa xwepêşandan hatin lidarxistin.

Beşdarên xwepêşandanan bêdengiya navdewletî ya li hember êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. û piştgiriya xwe ya ji bo QSD piştrast kirin.

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk, bi dirûşma “Êrişên we nikarin berxwedana me bişikînin” daketin qadan.

Xwepêşandan ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pêkir û li qada Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê.

Di mitîngê de hevseroka encumena Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Ayşe Efendî axivî û anî ziman ku ew ê têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk, geş bikin.

Beşdarên xwepêşandanê jî bêdengiya navdewletî ya li hember êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.

Li navçeya Eyn Îsa yê jî şênî herîkîn qadan û dirûşmeyên na ji dagirkeriyê re, bimre faşîzma tirk berz kirin.

Şêniyên navçeya Eyn Îsa piştgiriya xwe ya ji QSD piştras kirin.

Li hemberî êrîşnên dewleta tirk a dagirker şêniyên herêmê piştrast dikin ku ew ê li kêleka Rêveberiya Xweser û Hêzên leşkerî rawestin û heta dawiyê ji bo parastina axê li ber xwe bidin.

 

Share This Article