bi dirûşma “Bi pêşengiya malbatên şehîdan ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û parastina destkeftiyên şoreşê em ê têkoşîna şoreşgerî mezin bikin” Meclisa Malbatên Şehîdan Konferansa xwe ya 4ˊan li kantona Reqayê li dar xist.
Di konferansê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, Meclisa Leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Rêveber û Desteya Karûbarên Civakî beşdar bûn.
Di konferansê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Fatme El Elî got:” bi fedakariya şehîdan li hemberî terora DAIŞ’ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ev konferans hat lidarxistin.
Piştre berdevka Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ebîr Hac Ebdullah perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.
Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan rêziknameya meclisê xwend û beşdaran li ser nîqaş kir.
Di dawiya konferansê de hevseroketiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hat hilbijartin û encamname wiha hat diyarkirin.
