Navenda Lêkolînên Stratêjîk a Surayanî komxebatek bi sernavê “Bêparbûna ji edaletê û komkujiya Suryanî ‘Sêfo’ û Rêyên Qanûnî yên Danpêdan û Qerebokirinê” li Dêra Keldan a li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di komxebatê de 4 xal hatin nîqaşkirin, ji wan ”Çarçoveya qanûnî ji qirkirinê re û rêyên naskirina wê”, ”Zehmetiyên Pêkanîna Naskirina `Sêfo` û Xebatên wê”,” û ”Pêşinyarên ji bo naskirina Sêfo di qonaxa bê de”.
Di komxebatê de bal hate kişandin ser hewldana civaka ermen ku qirkirina bi serê wan hatî hate naskirin û bang hate kirin ku gelê suryan sûdê ji tecrubeya ermen bigire.
komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû, ji giringtirîn encam jî Qirkirina 1915`an derbasî materyalên dibistanan bê kirin.
Her wiha Ji bo hesab ji kesên ev komkujî kirine, bê pirsîn divê made li qanûnên navneteweyî bê zêdekirin û Divê hêzên mezin, rêxistinên mirovî û dost ji Komeleya Giştî ya NY`yê daxwaznameya naskirina komkujiyê pêşkêş bikin.
