KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ KARGEHEKE OKSÎJENÊ LI REQAYÊ VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Tevî êrîşên dijwar yên li dijî herêmê, Rêveberiya Xweser kargeheke oksîjenê li bajarê Reqayê vekir.
Komîteya Tenduristiyê ya Encumena Sivîl a Reqayê bi beşdariya kadroyên tenduristiyê, îro kargeheke oksîjenê li Reqayê vekir.
Li gorî komîteya tenduristiyê kargeh ji du xetan pêk tê û dê di her demjimêrekê de 12 bitlên oksîjenê berhem bîne.
Her wiha dê oksîjena kargehê bêberamber li nexweşxaneyên giştî û bi nirxekî ezran jî li nexweşxanyên taybet bê belavkirin.

Share This Article