Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê Şehîd Ciwan Mihemed ku di êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Amûdê de şehîd bibû, oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya şêniyên navçeyê, nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser li goristana Şehîd Îsmaîl hat lidarxistin.
Di merasîmê de li ser navê Encumena Malbatên Şehîdan û TEV- DEM’ê axavtin hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku dewleta Tirk bi dijwarî sivîlên herêmê hedef digre û armanca wê jinavbirina aramiya herêmê ye.
Piştre wesîqeya şehîd radestî malbatê hate kirin û cenaze bi dirûşmeyên Şehîd namirin spartin axê.
ŞÊNIYÊN AMÛDÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD CIWAN MIHEMED OXIR KIRIN
