KOMCIVÎNA SALANE YA YEKEM JI BO QURBANIYÊN LI BAKURÊ SÛRIYÊ LI QAMIŞLO HAT LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi salvgra 3’yemîn a êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Serê Kaniyê û Girê Spî kombeda Hevdestî” ya qurbaniyan bi hevkariya rêxistina “Sûriyeyiyên ji bo Rasteqînî û Dadmeniyê” Komcivîna Salane ya Yekem  ji bo Qurbaniyên li Bakurê Sûriyê, li dar xist.

Di komcivînê de Hiqûqnas, parêzer û nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê, beşdar bûn..

Di komcivînê de berpirsê têkiliyên giştî di komîteya koçberên Serê Kaniyê de Ciwan Îso kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Serê Kaniyê û Girê Spî de Nirxand..

Her wiha hevserokê ofîsa karûbarên koçber û penaberan ya rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê Şêxmûs Ehmed axivî û rewşa koçberên di kampan de anî ziman..

Share This Article