KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYAYÊ: ARMANCA TIRKIYÊ TÊKBIRINA ARAMIYÊ YE

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya Aborî ya Kombûna Jinên Zenûbyayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê bi tundî şermezar kir.

Komîteyê got, dewleta Tirk sivîlên herêmê û çavkaniyên jiyanê hedef digre û ev yek weke sûcekî dijî mafên mirovan bi nav kir.

Her wiha da zanîn ku, dê ev êrîşên Tirkiyê bandorên neyînî bi xwe re bînin û eger êrîş weha berdewam bikin, dê bibin sedema rûdana karesatên dijî mirovî.

Di beşekî din de diyar kir ku, armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina aramiya herêmê û destkeftiyên gelê Kurd e.

Di dawiyê de Komîteya Aborî ya Kombûna Jinên Zenûbyayê bang li civaka navdewletî kir ku, erkên xwe pêk bîne û tekez kir ku, ew ê heta henaseya dawiyê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.

Share This Article