KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA YA MINBICÊ 1’EMÎN KONFERANSA XWE LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Kombûna Jinên Zenûbya ya bajarê Minbicê di bin dirûşmeya “Bi têkoşîna jina birêxistinkirî, em ê şoreşa xwe biparêzin û azadiyê pêk bînin”, konferansa xwe ya 1’emîn lidarxist.

Di konferansê de karûxebatên kombûnê ên di nava 2 salan de hatin nîqaşkirin û tekezî li ser aktîvkirina xebatên di nava civakê de hate kirin.

Di bin dirûşmeya “Bi têkoşîna jina birêxistinkirî, em ê şoreşa xwe biparêzin û azadiyê pêk bînin” Kombûna Jinên Zenûbya ya bajarê Minbicê û gundewarên wê, duh konferansa xwe ya 1’emîn li dar xist.

Bi dehan nûnerên ji sazî, rêxistin, tevger û desteyên jinan beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de prespektîvên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û karûxebatên ku di nava 2 sala de hatine pêşkêşkirin, hatin nîqaşkirin.

Beşdarên konferansê dibêjin, ji bo baştirkirina rewşa jinan nîqaşên dewlemend hatine kirin û konferans di atmosfereke erênî de bi rê ve çûye.

Konferansa Kombûna Jinên Zenûbya bi encamnameyên girîng yên weke, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO, aktîvkirina nivîsgehên jinan û avakirina civakeke wekhev bi dawî bû.

Share This Article