Kombûna Jinan a Zenûbyayê ya kantona Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist û rewşa karê xwe nîqaş kir.
Civîn bi beşdariya endamên kombûnê, Saziyên Sivîl û Leşkerî û tevgerên jinan hate lidarxistin .
Di civînê de rewşa rêxistinî û geşedanên dawiyê hatin nîqaşkirin her wiha rapora salane hate xwendin.
Her di civînê de nîqaş li ser xebatên ku di nava salekê de hatine pêkanîn û astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin, hatin kirin .
