Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Firatê, Ji bo hêsankirina têgihîştina zagona şaredariyan a nû, dewreyek perwerdeyê ji bo karmend û endamên xwe yên jin re vekir.
Di dewreyê de 28 endamên jin beşdar bûne û dê mehekê dirêj bike.
Ji bo hêsankirina têgihîştina zagona şaredariyan a nû, Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Firatê, dewreyek perwerdeyê ji bo karmend û endamên xwe yên jin re, li Akademiya Şehîd Şîlan a li bajarê Kobanê vekir.
Dewreya perwerdeyê di bin navê dewreya şehîd Rojîn û Asmîn hatiye destpêkirin û tê de 28 endamên jin waneyên rewşenbîrî û siyasî, her weha qanûnên şaredariyê jî wergirtin.
Berpirsên perwerdeyê ji Rojava TV axivîn û li ser naveroka perwerdeyê, hûrguliyên zêde eşkere kirin.
Endamên beşdar kêfxweşiya xwe ji bo giringiya waneyan anîn ziman û diyar kirin perwerde yekane rêya têgihêştina rastiyê ye.
Berpirsên perwerdeyê di dawiyê de diyar kirin ku armanca vê dewreyê ew e ku têgihîştina Zagona Şaredariyan li ba endam û karmendan hêsan bibe. Di heman demê de rehendên Neteweya Demokratîk bi awayekî zelal ji endamên nû re bê şîrovekirin.
