Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Idliba Xedra û Meclisa Jinan a Sûriyê tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li dijî herêmê êriş û sûcên herî hovane têne kirin, lê civata navneteweyî bê deng e.
Her wiha hate gotin, divê ji bo bidawîkriina tundiyê û êrişên qirkirinê yên li dijî jinan, bi lez aliyên têkildar tev bigerin û divê rêxistinên jinan di vî warî de û ji bo bidestxistina edaletê tedbîrên pêwîst bigirin.
