KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA DAXUYANIYEK DERBARÊ HILWEŞÎNA REJÎMA BAAS’Ê DE DA

Rojava Tv
1 Min Read

Hevdemî hilweşîna rejîma faşîst ya bi serkêşiya malbeta El-Esed, Kombûna Jinan a Zenûbiya, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û ev bûyer li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir.
Kombûna Jinan a Zenûbiya di destpêka daxuyaniya xwe de got: Em bi boneya vê roja pîroz, bi tevahî gelên sûriyê re kêfxweşiya xwe tînin ziman û li wan pîroz dikin.
Kombûnê bal kişand ser tundiya ku rejîma baas dimeşand û got: bi salan ev rejîma kirêt ji xwîna welatiyan vedixwar û di nava zilm û xizaniyeke mezin de difetisand. Ketina rejîmê wê derî li ber avakirina sûriyeke nû vebike
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Kombûna Jinan a Zenûbiya destnîşan kir ku pêvajoya avakirinê divê di rewşeke aram de pêk were, lewma divê di serî de ev êrîşên bêserûber ên çeteyên dewleta Tirk bên rawestandin, piştre maseya diyalogê were sazkirin.
di dawiya daxuyaniyê de, Kombûna Jinan a Zenûbiya tekez kir ku ew ji bo parastina xak û destkeftiyên gel amade ne.

Share This Article