Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo şîrovekirna rêziknameya xwe civîneke berfireh li kantona Reqayê li dar xist.
Civîn bi beşdariya Tevger û rêxistinên jinan, ofîs û komîteyên jinan ên li kantonê hat lidarxistin.
civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka Gerînendeya têkiliyên derve Îlham Ehmed axivî û behsa rewşa dawî ya Sûriyê kir û sîstema nenavendiyê şîrove kir.
Civîn bi parvekirina nêrîn û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.
