KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ: ARMANCA DEWLETA TIRK TUNEKIRINA NASNAMEYA KURDAN E

Rojava Tv
1 Min Read

Kombenda Efrîn a Civakî jî di salvegera êrîşa li ser Efrînê de, daxuyaniyek da û tê de daxwaz ji rêxistinên hiqûqî, mirovî û NY kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku dagirkeriya xwe bi dawî bike.

Daxuyaniya Kombenda Efrîn a Civakî bi beşdariya hejmarek ji koçberên Efrînî yên li Qamişloyê li ber çerxereya Nebî Horî hate xwendin.

Kombendê di daxuyaniyê de got Dewleta tirk a dagirker bi êrîşa li dijî Efrînê û dagirkirina wê hewl dide nasnameya kurdan tune bike.

Her wiha Kombendê anî ziman ku li dijî hovîtiya dewleta tirk 58 roj tijî berxwedanî dewam kir, û ew ê bi berxwedanan xwe careke din vegerin Efrînê.

Share This Article