Hilweşîna rejîma Baasê piştî bi dehan salan ji bindestiyê, ji bo Sûriyê bi giştî û ji bo Kurdan bi taybetî, mîna roja nû ya çaverêkirî bû.
Di vî warî de Herseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya MSD’ê Şêra Osê ji Rojava TV re axivî û amadebûna MSD’ê ji qonaxa piştî ketina rejîmê re anî ziman.
Hemî nêrîn hevbîr in ku rûxandina rejîma Sûriyê encama kiryarên dûrxistinê bû ku wê li dijî gelê xwe pêk anî û ji pêşhatên ku piştî Bihara Erebî li welatên Erebî qewimîn sûd wernegirt.
Di serkêşiya gelên ku ji kiryarên rejîma Baasê zirar dîtine de Kurd in. Kurd tu carî ji zordariya malbata Esed û înkarkirina hebûna miletekî weke vî miletî dûr nebûne.
Li ser rûxandina rejîma şovenîst, Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya MSD’ê Şêra Osê ji rojava tv re axivî.
Şêra osê da xuyakirin ku MSD’ê amade ye li gel aliyên din ên Sûrî diyalogê bike da ku di encamê de Sûriyeke wekhev û pirreng ava bibe.
Ketina rejîma Sûrî gelek rûpelên zilmê yên ku hatibûn veşartin aşkere kirin. Belkî dîmen û çîrokên ku ta niha ji zindana Sêdnayayê derdikevin, bes bin ku em bizanbin ku gel bi rejîmekê çawa re jiyan dikir.
