KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ BI MEŞEKÊ SALVEGERA DESTPÊKIRINA ÊRÎŞAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi nêzîkbûna salvegera 5’an a destpêkirina êrîşên li dijî Serêkaniyê, koçberên Serêkaniyê yên li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê bi meşeke girseyî dagirkerî şermezar kirin.

Meş ji pêşiya dibistana kampa Waşûkanî dest pê kir û ber bi deriyê kampê ve bi rê ket.

Di meşê de li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star axaftin hatin kirin û dagirkeirya dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Axêveran gotin, salvegera dagirkirina Serêkaniyê ji wan re bûye êşek ku tenê bi vegera li xaka wan derman dibe.

Her wiha tekez kirin ku, ew ê ji bo vegera li Serêkaniyê li ber xwe bidin û dagirkeriyê têk bibin.

9’ê Cotmeha sala 2019’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê dest bi êrîşeke dagirkeriyê kirin.

Share This Article