malbata ş. diyar ku 3’ê tebaxê di êrîşa balafira bêmirov tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bûn dibêjin her çendî dewleta tirk êrîşan zêde bike kîna wan jî zêdetir dibe û ewê her di parastina herêmê de berdewam bin.
3’ê tebaxê balafireke bêmirov a dewleta tik a dagiker erebeyek li ser rêya qamişlo û amûdê kir hedef û di encam de 4 fermandar û şervanên QSD şehîd bûn , 2 jî birîndar bûn
Li hember êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina fermandar û şervanên QSD ku di têkbirina çeteyên daiş de li herêmê beşdar bûn,
hêrsa xelkên herêmê zêde dibe û banga rawestandina êrîşan dikin
Xizmên ş. Diyar Cuma Xelîl ku di heman êrîşê de şehîd bû li gel rojava tv dibêjin her çendî dewleta tirk êrîşan zêde bike kîna wan jî zêdetir dibe û ewê her di parastina herêmê de berdewam bin.
Xelkên qamişlo jî dibînin ku divê qonaxê de pêwîstî bi şerê gelê şoreşgerî û rawestandina êrîşên dewleta tirk a dagirker heye
3’ê tebaxa sala 2014’an çeteyên daiş bi piştevaniya dewleta tirk li dijî civaka êzidî fermanek pêk anî û bi saya gerîlayên HPG û YJA STARÊ her wiha şervanên YPG û YPJ daiş li şengalê têk çû
Çavdêr jî dibînin ku êrîşa 3’ê tebaxê li dijî şervanên QSD ji bo tolhildana ji çeteyên daiş re bû
