Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sema Begdaş derbarê banga dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan vê sibehê kir axivî û diyar kir ku bi banga Rêber Apo a bi dîmen re çavên gelê Kurd ronî bû.
Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de vê sibehê bi riya dîmen bangek din a dîrokî kir.
Rêber Abdullah Ocalan di vê bangê de got, Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sema Begdaş ji Rojava Tv re diyar kir ku bi dîtina rêber APO piştî 27 salan çavên gelê Kurd ronî bû.
Sema Begdaş bi berdewamî destnîşan kir ku bi bêdengkirin û îmhakirina çekê, pêvajoyek nû hat dest pê kirin ew jî pêvajoya siyaseta demokratîk e.
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sema Begdaş di dawiyê de anî ziman ku, banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo rawestandina şerên li Rojhilata Navîn girîng e û rêya çareseriyê li ber hemû girêkan vedike .
