KOÇBERÊN EFRÎNÎ: DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ LI EFRÎNÊ SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji 18’ê Adara 2018’an ve, dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîna rengîn dagir kirin û heya niha, sûcên li dijî mirovahiyê dewam dikin.

Çeteyên dewleta Tirk li dijî hemwelatiyên Kurd li Efrînê, talankirin, wêrankirin, revandin û êşkencekirinê pêk tînin.

Herî dawî jî, beriya 2 rojan ciwanê bi navê Mistefa Şêxo yê 16 salî bi destê çeteyan hate qetilkirin.

Koçberên Efrînê yên ku li Helebê dijîn, li hemberî van kiryaran nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Koçberan diyar kirin ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ji van kiryaran, ew e ku gelê Kurd neçar bikin ji xaka xwe derkevin.

Her wiha koçberan tekez kirin, heta ku aramî di hundirê Efrînê de pêk neyê, em tu carî venagerin.

Koçberên Efrînê yên ku li Helebê dimînin di dawiyê de gotin: Şertê vegera ewle li Efrîn û Şehbayê derxistina çeteyan û rawestandina binpêkirinên berdewam e.

Share This Article