Xelkên Kantona Minbicê îro bi meşekê pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî rêber APO şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan kirin.
MIX
Meş bi beşdariya bi sedan endamên sazî û dezgehên rêveberiya xweser û xelkên kantona Minbicê hate lidarxistin.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên bijî Serok Apo û bê Serok jiyan nabe hatin berzkirin.
Her wiha axaftin hatin kirin û hate gotin, Rêber APO nûnertiya vîna bi milyonan azadîxwazan dike, lewre ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li ber xwe bidin.
Di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku dawiyê li bêdengiya xwe bînin.
XELKÊN MINBICÊ BI MEŞEKÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN
