Encumena Kantona Kobanê îro civîna xwe ya sala 2023’an li Kobanê li dar xist.
Civîn bi amadebûna endamên Encumena Cîbicîkar, Encumenên navçe û komînan li hola Komîteya Lihevhatinê ya bajêr hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Rapora salane ya karûxebatên encumena kantonê hat xwendin û Rewşa Siyasî hat nirxandin.
Beşdarên civînê Rewşa rêxistinî, astengiyên li pêşiya komîn û encumenan ya di nava salê de nîqaş kirin. Her wiha plana xebatê ya ji bo sala bê jî danîn.
Civîn bi wergirtina nêrîn û dayîna planan ji bo sala nû, bi dawî bû.
