Komîteya Koçberên Serêkaniyê, paneleke diyalogê di bin dirûşmeya “Şeş Sal ji Koçberiya Bi darê Zorê û Vegera Ewle Mafê Me yê Rewa ye” li bajarê Hesekê li dar xist.
Bi dehan rewşenbîr, mafnas û çalakvanên mafên mirovan ên ji bajarên Serêkaniyê û Hesekê, digel hejmareke ji koçberên ku li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî dijîn, beşdarî panelê bûn.
Panel bi pêşkêşkirina sinevizyoneke li ser êşa koçberiyê û zehmetiyên ku koçber rastî wan tên dest pê kir.
Beşdaran li ser çend mijaran nîqaş kirin, di nav wan de: Zehmetî û derfetên ku koçber pê re rû bi rû ne, Rewşa kampan û navendên cibbcîkirinê, astengî û bendên vegera koçberan, mekanîzmayên qanûnî û civakî ji bo misogerkirina vegerê.
Panela diyalogê bi daxuyaniyekê der barê daxwazên rewa yên koçberan bi dawî bû, di nav de: Pabendbûna bi mafê rewa yê vegera ewle û bi rûmet bo bajarê Serêkaniyê, Bicihanîna Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ji bendên peymana 10’ê Adarê re û Darizandina berpirsiyarên koçberkirina welatiyan.
