Koçberên Efrînî yên ku li kantona Şehbayê dimînin, diyar dikin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker berhemên zeytûnan ên darên wan didizin û li bazarên cuda difroşin.
Her wiha tekez dikin ku ew ê ti carî radest nebin û li Efrînê vegerin.
Koçberên Efrîna dagirkirî salane di van deman de amadekariyên berhevkirina berhemên darên zeytûnan dikirin.
Lê ev 6 sal in, li şûna ku ew berhemên xwe berhev bikin, çeteyên Tirkiyê û malbatên wan ên hawirde, keda wan a bi salan didizin û li bazarên cuda difroşin.
Bi gotina koçberên Efrînî ew bi dilekî şewat li dizîn û talankirina zeytûn û warê xwe dinêrin, lê ji ber kiryarên çeteyan nikarin ti tiştekî bikin.
Koçberên Efrînî diyar dikin ku, ji bilî dizîn û talankirinê, çeteyên Tirkiyê darên zeytûnan ji qurmê wan ve radikin û dişewitînin.
Li gorî rapor û belgeyên ku di demên cuda de hatine weşandin, dewleta Tirk zeyta Efrîna dagirkirî, li sûk û bazarên welatên Ewrûpî û Amerîkayê di bin navê berhemên Tirkî de difroşe.
