DI DEMSALA ZIVISTANÊ DE ÊŞ Û AZARÊN KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
2 Min Read

Ji ber barîna barana Dijwar ya beriya Çend Rojan nêzî 285 çadirên koçberên kampa Serêkaniyê zirar dîtin.

Koçberanên kampa serêkaniyê jî bang li Rêxistinên mirovî kirin ku berpirsyariyên xwe li hember koçberan pêk bînin û alîkariyê pêşkêş bikin .

di Demsala zivistanê de û ji ber şert û mercên giran ên avhewaya hişk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êşên koçberên ku ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmên xwe koçber bûne, zêde dibin .

Koçberên Serêkaniyê yên li kampan dimînin , piştî ku rêxistinên mirovî yên navneteweyî di pêkanîna erkên xwe de lawaz mane, di demsala zivistanê de bi êş û azarên mezin re rû bi rû dimînin .

Koçber dibêjin di zivistanê de pêwîstiya wan bi gelek pêdiviyan heye.

Her wiha bang li Rêxistinên mirovî kirin ku berpirsyariyên xwe li hember koçberan pêk bînin û alîkariyê pêşkêş bikin .

Rêveberê buroya Tenduristiyê yê kampa Serê kaniyê Dilo Elî diyar kir ku ji ber êrîşên vê dawiyê yên dewleta tirk li dijî til temir û zirganê, hin şênî koçberî kampa Serê kaniyê bûn.

Ji ber barîna barana dijwar ya beriya çend Rojan nêzî 285 konên li kampa Serêkaniyê zirar li wan hatin .

Tevî bangên domder ên koçberan ji bo alîkariyê jî lê Rêxistinên mirovî bi erkên xwe yên mirovî ranabin .

Share This Article